Li herêma dîrokî destûra kana kevir hat dayîn 2020-09-28 09:03:45 MÊRDÎN - Li Stewrê, li herêmên şikeftên dîrokî lê hene, wê 4 kanên keviran ên nû bên vekirin. Li gorî rapora ÇED’ê, yek ji van kanên keviran ên bên vekirin, aidê Serokê Ocaxên Osmanî yê Navçeyê Edîp Basınç e.  Her ku diçe kanên kevir û mermeran ên li navçeya Stewrê ya Mêrdînê zêdetir dibin. Kanên ku zêde dibin, zirarekê mezin didin xezayê, qadên dîrokî û niştecihên herême. Li herêmê heya niha, 2 kanên mermer û keviran ên aîdê Miduriyeta Herêma 10’emîn a Karê Avê ya Dewletê (DÎS), 2 jê aîdê Nazmî Kavak, 1 jê aîdê Abdulhakîm Saglam û Sewalkarî Avayî Azimsan û yeka din jî aidê Bazirganî Pîşesazî  madenvanî û LTD. ŞTÎ ye.    Xediyên van kanên kevir û mermeran, bi salane li qadên daristanî xebatên xwe didin meşand. Niha jî wê 4 kanên din li van kanan zêde bibin. Miduriyeta Derdor û Bajarvaniyê ya Bajêr, di Tîrmeha sala derbas bûyî de derbarê van 4 kanan de biryara “Rapora Komeleya Bandora Derdorê (ÇED) ne gerek” ji aliayê Desteya Parastina Hebûnên Çandî ya Rihayê ve destûr girt.    Hat hînbûn ku yek ji van kanên kevir aîdê Alaattîn Çetîn e, yek jê aîdê Pîşesaziya Hilberîna Lêgerîna Petrol Çalik û Şîrketa Bazirganiya Anonîm, yekê jê aîdê Zekî Cengîze û ya din jî, aîdê Serokê Ocaxên Osmanî yê Navçeyê Edîp Basinç e.   NAKOKIYA DI RAPORÊ DE   Ji van kanên mijara gotineyê, 3 jê li qadên daristanî cih digirin. Lê kana li ser navê Serokê Ocaxên Osmanî yê Navçeya Edîp Basinç hatiye qeydkirin, hem di qadeke daristaniyê deye, hem jî nêzî şikeftên dîrokî yên herêmê ne û hem jî niştecihên welatiyên herêmê ne. ÇED’ê ji bo vê projeya li ku gundê Harisî ya girêdayî navçeya Stewrê bê vekirin rapor amede kir. Di raporê de îfadeyên bi nakok hene. Di rûpela 55’emîn a raporê de, hatiye diyar kirin ku li vê herêmê tenê devî û dar hene. Di rûpela 83’yemîn a raporê de jî, hatiye destnîşan kirin ku qada ji 24.21 hektarî pêk tê, qadeke daristane û wê li vê herêmê hezar û 900 dar ji projeye bi bandor bibin.    LI HERÊMÊ ŞKEFTEKE 3 DERÎ HEYE   Niştecihên herêmê, diyar kirin ku li herêmê gelek cureyên zindiyan û şikeftên ji sedsala 4’emîn hene û divê ev şikeft bên parastin. Hin welatî jî dibêjin, li vê herêmê şikefteke 3 derî heye, dema mirov dikeve vê şikeftê, rêyekê wê ya diçe Midyatê heye. Welatiyan, xwestin ku Miduriyeta Desteya Parastina Herêm a Parstina Çandê ya Rihayê bê herêmê û herêmê lêkolîn bike.   MA / Ahmet Kanbal