Krîza aborî kûr dibe: Em di nava çiravê de ne 2020-09-28 09:01:37 STENBOL - Welatiyên li Stenbolê dijîn, pirsgirêk, zor û zehmetiyên ji ber krîza aborî dijîn vegotin û polîtîkayên desthilatdariyê yên aboriyê rexne kirin. Welatiyan, gazinên xwe anîn ziman û gotin: “Em di nava çiravê de ne. Em têk çûn.” Ji ber siyaset û polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê, her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe. Ev krîza aborî, dibe sedem ku standardên jiyana welatiyên li Stenbolê dijîn, kêm bibe. Welatiyên ji krîza aborî bi gazincin, diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên AKP’ê ne. Welatiyan, dan zanîn ku civak ji vê yekê gelekê bi bandor dibe, bi nanoziko dixebite û mirov nikarin kîrayên xwe bidin.    NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE PÊŞWAZÎ BIKIN    Welatiyê bi navê Fadil Ozçelîk, anî ziman ku bi salane di înşeatê di xebite û wiha axivî: “Ji bêkarî, bi firûtina masiyan debara xwe dikim. 5 zarokên min hene. Lêçûnên malbata min a mehane di navbera 2 hezar û 3 hezarî de ne. Qezenca min encex, têra lêçûnên min bikin. Ligel hemû hewldanan, ez nikarin pêdiviyên xwe temam bikim. Heya dawiya mehê tişte di destê min de namîne. Ger ez rojekê ne xebitim, ezê ji birçîna nekarim nefes bigirim. Encex em dikarin zikê xwe dije bikin. Bi zorê em debara xwe dikin. Lê her roj jî, em bi zamên nû şiyar dibin.”   ZORÎ RÊZ KIRIN   Abdullah Aslan ê kargeiya tekstîlê dike jî, bal kişan ser bandorên krîza aborî û wiha zoriyên dijîn rêz kir: “Di atolyeya tekstîlê 20 xebatkar dixebitin. Tenê mûçeye prîma sîgorteyê 20 hezar TL ye. Em her tim krîdê dikêşin û wisan xebata xwe dewam dikin. Em her tim deyndarin. Em nikarin perê xebatkarên xwe û kirê bidin. Yanî em di nava çiravê de ne. Em têk diçin.”    BARÊ WAN GIRANE    Alî Guneş ê emekdar jî, dest nîşan kir ku ew mehê hezar û 500 TL meaş digire û wiha bilêv kir: “Ez tenê hezar û 250 TL kirê didim. Ez nikarim pêdiviyên xwe pêşwazî bikim. Ez emekdar bûme. Ji bo kar bikim li kar diğerim. Lê kar tuneye. Ez her tim ji neçarî, ji heval û dostên xwe pere deyn dikim. Min ji hevalekê xwe zêr deyn kir û ji hevalekê xwe yê din jî dolar deyn kiriye. Niha her du jî pir bilind bûne. Ez nizanim ezê çawan van deynê xwe bidim. Ez di rewşekê bêçare de me.”   Gûneş, diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên desthilatdarî bi rêve dibe ye û wiha got: “Biha nanekê bûye 2 TL. Vaye dolar dibe 8 lîra. Euro jî bû 9 TL. Krîza aborî her tim kûr dibe. Lê desthilatdarî her  tim gel bi rojevên cuda di ewiqîne.”     HER ROJ ZAM DIKIN    Cîmşît Şah Tercan ê kargeriya çapxaneyê dike jî, der birî ku hemû sektör ji krîzê bandor bûne û wiha axivî: “Rêjeya bêkariyê her ku diçe zêdetir dibe. Di heman demê roj bi roj zam tên. Her tişt pir biha bûye. Aboriyeke wiha nabe. Rêveberiyeke wiha jî nabe. Bi vî awayî here dê welat têk biçe. Ciwan bê karin. Li welatê me evqas ciwan hene. Lê hemû vale digerin. Kar tuneye. Divê ji bo ciwanan derfetên kar bên avakirin. Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê krîz mezintir dibe. Ji bo ku ev krîz bi dawî bide, divê tavilê edalet bê bi cih anîn. Pêdivî bi heq û hiqûqê heye. Ger ev pêk werin, dê gelek pirsgirêk çareser bibin.”