Li girtîgehê, bêyî ku girtiyan muayene bikin, derman didin! 2020-09-28 09:01:19 EDENE - Vedat Bektaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê girtiye, ragihand ku rayedarên girtîgehê bêyî ku girtiyên nexweş muayene bikin, dermanan didin wan û got: “Li cihê ku em lê dimînin, em necarin ku firaqên xwe di tiwalê te de bişûn.” Girtî Vedat Bektaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûs Mêrsînê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn vegotin. Bektaş ê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) di karantînayê de ye, diyar kir ku ew di tecrîdeke di nava tecrîdê de ne û got: “Rêveberiya girtîgehê bi hestên tol girtinê nêzî me dibe.”    DI NAVA XWARINA WAN DE HER TIŞT DERDIKEVE    Bektaş, da zanîn ku bersiv ji bo daxwazên wan ên guhertina odeyan nayê dayîn û wiha pê de çû: “Mafên me yên civakî hatine sînordarkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêveberiya girtîgehê,  tu gavan navêje. Girtiyên nexweş ên derdixin revîrê, bêyî ku wan muayene bikin, dermanan didin wan. Dermanên di depoyê de mane didin me. Dîsa di xwarinê de pirsgirêk hene. Di nava xwarinan de, mû, kevir, plastîk û parçeyên rojnameya derdikevein. Xwarinê hindik didin. Ji bo qawîşên hejmara wan 15 kes, xwarina têra 7 kesan bikin didin. Qawîşa koronayê heye. Girtî li wê derê 15 rojan dimînin. Ger di roja 14’emîn de kesek were gel, vê mijarê cardin dubare dikin. Di kantînê de her tiştî biha difiroşin me. Tu bergirtiyên koronayê li girtîgehê nayin girtin.”    'HÛN SÛÇDARIN’    Bektaş, dest nîşan kir ku piştî diçin nexweşxanê wan dikin karantînayê û wiha got: “Dibin navê karantînayê de, me didin beşa revîrê. Li vê derê, ne hewadarkirin û ne jî cihê şûştina firaqan heye. Em firaqên xwe di tiwatê de dişûn. Li gel me hevalên me yên bi nexweşiya pençeşêrê hene. Em 5 kes xistine ciheke mîna tecrîdê. Cihekê ku em kincên xwe lê bişûn tuneye. Em qet rojê nabînin. Hewadarkirin tuneye. Av qut dibin. Piştî 2 û 3 saetan tê. Dema ku em van pirsgirêkên xwe ji rayedarên girtîgehê re dibêjin jî, vê carê ji me re dibêjin, ‘We sûc kiriye, hûn sûcdarin. Hûnê tehemûl bikin.’ Em bi her awayî bi binpêkirineke giran re rûbirû ne.”