ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-28 09:00:46 * Vedat Bektaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê girtiye, ragihand ku rayedarên girtîgehê bêyî ku girtiyên nexweş muayene bikin, dermanan didin wan û got: “Li cihê ku em lê dimînin, em necarin ku firaqên xwe di tiwalê te de bişûn.” * Welatiyên li Stenbolê dijîn, pirsgirêk, zor û zehmetiyên ji ber krîza aborî dijîn vegotin û polîtîkayên desthilatdariyê yên aboriyê rexne kirin. Welatiyan, gazinên xwe anîn ziman û gotin: “Em di nava çiravê de ne. Em têk çûn.”   *Li Stewrê, li herêmên şikeftên dîrokî lê hene, wê 4 kanên keviran ên nû bên vekirin. Li gorî rapora ÇED’ê, yek ji van kanên keviran ên bên vekirin, aidê Serokê Ocaxên Osmanî yê Navçeyê Edîp Basınç e.    * Birayê Nadîra Kadîrova ya bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da Mûhammet Alî Kadîrov, ji bo dîmenên odeya Nadîra pênaseya “dîziya faşîst” kir û got: “Ev dîmen, pişt rast dikin ku parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal xwişka min kuştiye.”   * Danişîna biryara doza Mesût Issi yê Muzeyyen Boylû qetil kiribû dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin.  (09.30)   * Li Edene û Mêrsînê dê operasyona li dijî HDP'ê bi daxuyaniyê şermezar bikin û pişt re çalakiya "Xeleka Mirovan" çêbikin. (10.00 - 18.00)   * Şaxa TUMBEL-SEN'ê ya Amedê têkildarî îxrackirina karkerên ji şaredariyê dê li avahiya xwe daxuyanî bide.(12.30)   * Hewldana Ji Roboskî Edalet dê ji ber meha 105'emîn a Komkujiya Roboskî li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.00)   * Ji Bo Demokrasiyê Yekîtî, Platforma Edaletê û Hewldana Welatiyan dê ji bo piştevaniyê biçin serdana Rêxistina HDP'a Stenbolê. (17.30)