Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir 2020-09-27 19:55:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan 1 mîlyonî derbas kir.    Li gorî sîteya înternetê “worldometers” a ku pêketiyên şewba vîrûsa koronayê yên li tevahiya cîhanê her roj berhev û  parve dike, diyar kir ku hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan, bû 1 mîlyon û 341 kes û hejmara pêktiyên şewbê jî, 33 mîlyon, hezar û 181 kesî derbas kir.      Hat dest nîşan kir ku DYA'yê hejmara miriyan pir zêdeye û li tevahiya welat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 209 hezarî derbas kiriye. Di heman demê de, mirinên herî zêde li Brezîlya û Hindistanê tên jiyîn.