Di 24 saetên dawî de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan 2020-09-27 19:39:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê, 68 kesên din, ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 68 kesan ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan, hezar û 467 kes jî bi vîrûsê ketin.    Bi vî awayî li Tirkiyeyê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 7 hezar û 997 û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî derket 314 hezar û 433'yan.