Koma ku hilbijartina TTB'ê qezenc kir diyar bû 2020-09-27 19:24:52 ENQERE - Di hilbijartina Konseya Navendî ya TTB'ê de, Koma Demokratîk a Çalak TTB'ê ya ku namzetiya seroka wê Seroka berê ya Weqfa Mafên Mirovan Şebnem Korûr Fincancî bû, qenze kir.    Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), 72'yemîn Kongreya xwe ya Mezin li kantîna xwendekaran a li ber Avahiya Morfolojî ya Fakulteya Tîpa Zanîngeha Enqerê lidar xist. Di hilbijartina îro hat kirin de, lîsteya Koma Demokratîk a Çalak TTB û Koma Yekitiya Bijîşkên Serbixwe ketin pêşbaziyê. Di pêşbaziya hat kirin de, Koma Demokratîk a Çalak TTB'ê qezenc kir.    Koma Demrokatîk a Çalak TTB'ê, ji bo Serokatiya Giştî ya Konseya Navendî ya TTB'ê Seroka Weqfa Mafê Mirovan a berê û Pispora Tipa Edelî Şebnem Korûr Fincancî weke namzet nîşan da.     Di lîsteya koma qezenc kir de, namezetên Konseya Navendî ya TTB'ê wiha ye: Filiz Şebnem Korur Fincanci, Çigdem Aslan, Îbrahim Akkurt, Alican Bahadir, Vedat Bulut, Deniz Erdogdu, Kazim Dogan Erogullari, Meltem Gunbegi, Onur Naci Karahanci, Ali Îhsan Okten û Halis Yerlikaya.     Namzetên Desteya Rûmêta Bilind a TTB'ê jî wiha ye: Sezai Berber, Naki Bulut, Şeyhmus Gokalp, Taner Goren, Yildiray Orhon, Omer Ozkan Ozdemir, Hafize Ozturk Turkmen, Irmak Saraç, Lale Tirtil.   Ji bo Desteya Venêrînê ya TTB'ê jî, Filiz Ak Azar, Firat Erkmen û Nilay Etiler Lordoglu hatin pêşniyar kirin.