MKM'ê 29'emîn salvegera xwe pîroz kir 2020-09-27 19:00:31 STENBOL - MKM'ê 29'emîn salvegera avakrina xwe li cihê xwe yê nû pîroz kir û di pîrozbahiyê de peyama ewê ligel hemû zextan jî xebatên xwe dewam bikin hat dayîn.    Navenda Çanda Mezopotamya (MKK), 29'emîn salvegera avakirina xwe li avahiya xwe yê nû yê li Taksîma Stenbolê pîroz kir. Hevberdevka Kongeya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, Weqfa Lêkolînên Çand Huner Estetîk Perwerde û Zaniştê (BEKSAV), Meclîsa Dayikên Aştiyê, MATUHAY-DER, Komeleya Lêkolînên Kurd, Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û gelek kes beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn. Ji ber şewba vîrûsa koronayê, di bernameyê de tenê axaftin hatin kirin.     Di axaftinên hatin kirin de, behsa 29 sal xebatên çand û hunerê yên MKM'ê hatin kirin û peyama ewê ligel hemû zext û zoriyên heyî jî, xebatên xwe dewam bikin, hat dayîn.    Di pîrozbahiyê de ji hunermendê NÇM’ê Genim Îldan axivî û anî ziman ku di nava 29 salan de rû bi rûyê her cûre tundî û êrîşan hatine. Îldan diyar kir ku avahiya ku 18 salan bi kar dianîn ji destê wan derxistin, bi rûxmê wê jî wan avahiyek nû vekirin ku ji bo faaliyetên xwe berdewam bikin.   Ji damezrênerê Enstituya Kurd a Stenbolê Şefîk Beyaz salvegera 29’an a NÇM’ê pîroz kir û serkeftin ji kar û xebatên wan re xwest.   Hev Berdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu got, “NÇM’ê bi nenûkên xwe têkoşîn kir ku heta vê rojê hat. Bi rûxmê hemû polîtîkayên asîmilasyon û qirkirinê yên ku çand û hunera gelê Kurd pêk tînin, NÇM’ê bi rêz û hirmet silav dikim.”   Erdal Avci yê HDP’î bertek nîşanî desteserkirina avahiya NÇM’ê da û got, “NÇM ji bo vegotina mîrasê çandî yê gelê ku bi çend hezar sal kombûyî têdikoşe. Rêya wan vekirî be.”   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdan Eyup Subaşî jî got, “Pêwîst e ku em sazî û xebatên xwe hîn bi hêztir bigirin. Li ser vê dîrok û hêza NÇM’ê jî heye. Serkeftinê dixwazim.”   Endama Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê ya Stenbolê Bedîa Gokgoz jî diyar kir ku NÇM hestên dayîk û gel tîne ziman û got, “NÇM, hesret, êş û qedera ku em nikarîn bînin ziman bi hunerê tîne ziman.”