Li dijî binçavkirinan bûn endamê HDP’ê 2020-09-27 16:20:38 WAN – Li Wanê 6 kes li dijî binçavkirinên li hemberî HDP’ê, bûn endamên HDP’ê.    Li Wanê 6 welatî çûn HDP’ê û li dijî operasyona ku bi hinceta bûyerên Kobanê li dijî wê pêk hatin, endamtiya xwe ya HDP’ê çêkirin. Ji welatiyan Zubeyda Çolak, diyar kir ku bila êdî mirin çênebin û wiha got: “Bila zilma li ser zarokên me êdî bi dawî bibe. Êdî bes e. Hevaşredaran digirin. Dest nedin vîna me. Ji bo ku ji vê zilmê re bibêjin bes e hatim bibim endam.”   Zehra Kaplan jî got ku ji bo li dijî zextên li ser HDP’ê derkeve dibe endamê HDP’ê.    BANGA ENDAMTIYÊ    Hevserokên navçeya Rêya Armûşê yên HDP’ê Canan Ûzûnay û Tûncer Saginç banga emdatiyê li gelê Wanê kirin û ev tişt gotin: “Divê gelê me li cihê lê biçe rêxistinên me yên bajar û navçeyan bibin endam. Em tev bi hev re li partiya xwe xwedî derkevin. Divê em vi zilmê vala derxin.”