Cîhanerê CHP’î HDP ziyaret kir: Divê em vê lîstikê xera bikin 2020-09-27 16:03:53   ENQERE - Îlhan Cihaner ê CHP'î piştî operasyona têkildarî Kobanê ku li dijî HDP'ê pêk hat, rêveberiya HDP'ê ya Navendî ziyaret kir. Cîhaner bertek nîşanî îqtîdarê da û got: "Divê em bi hevre vê lîstikê xera bikin."    Piştî li dijî endam û rêveberên Lijneya Navendî ya HDP'ê operasyona têkildarî Kobanê pêk hat, heyeta ku di navde Endamê Meclîsa Partiyê yê berê yê CHP'ê Îlhan Cihaner û endamên Platforma Memleket Em in, bi hevre çûn Endamên Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ziyaret kirin. Heyetê piştgirî dan HDP'ê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar û endamên MYK'ê heyet pêşwazî kir. Di ziyarketê de Sancar û İlhan Cihaner diyar kirin ku divê li diji operasyonan helwestek hevpar nîşan bidin.    Sancar, anî ziman ku îqtîdar bi van operasyonan dixwazin hêza muxalif bêdeng bikin. Cîhaner jî xwest bi hevre vê lîstikê xera bikin û got: “Bûyera 6 sal berê pêk hatiye û gelek derketine pêşberî darazê nûjen dikin û tînin rojevê. Pir aşkere ye ku ev ne hiquqî ye. Em ji bo vê piştevaniyê bikin hatine vir."    Berdevka HDP'ê Ebru Gunay jî anî ziman ku ziyareta wan pir bi watedar e û got: “Îqtîdar êdî hiqûq kiriye mîna ço. Hemû kesên em bi tenê nehiştine û piştevaniya me kiriye em hemûyan spas dikin. Ev ziyaret û piştevanî hemû bi wate û bi qimet in."