Lêpirsîna strana kurdî li hunermend Ermîş vekirin 2020-09-27 15:31:25   STENBOL – Hunermendê MKM’ê Veysî Ermîş ku ji ber di çalakî û şahiyan de stranên bi kurdî dibe hat binçavkirin, piştî girtina gotinên wî hat berdan.    Îro serê sibehê li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê, polisan bi ser mala hunermendê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) Veysî Ermîş de girtin û ew binçav kirin. Ermîş bi hinceta lêpirsîna ku ji ber parvekirinên wî yên li ser medya civakî hat binçavkirin, piştî girtina gotinên wî hat berdan.    STRANÊN KURDÎ SÛC HATIN HESIBANDIN   Ermîş, da zanîn ku ji ber stranên kurdî yên di dewet û newrozan de gotiye li ser hesabê we yê medya civakî parve kiriye, derbarê wî de bi sûcdariya “propagandaya rêxistin” lêpirsîn hatiye vekirin.