Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min 2020-09-27 14:59:50   MERSÎN – Osman Şiban ku ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin û avêtina wî ya ji helîkopterê hatibû belgekirin, derbarê roja binçavkirina wan ev tişt got: “Laşê min dêşê, derbarê wê rojê de tu tişt nayê bîra min.”   Osman Şiban ku di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê bi Servet Tûrgût re hatibû binçavkirin û hatibû belgekirin ku bi Tûrgût re ji helîkopterê hatiye avêtin, li mala xwe ya Mersînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Şiban, diyar kir ku derbarê roja binçavkirina wan de tu tişt nayê bîra wî û got: “Hê baş nehatime ser hişê xwe. Laşê min dêşê. Saetekê radibim û saetek jî dikevim. Ne baş im. Derbarê wê rojê de, tu tişt nayê bîra min.”