Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin 2020-09-27 14:06:45   AMED - Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Îtîfaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasetmedarên Kurd û HDP'ê bertekên xwe anîn ziman û wiha bang li hikûmetê kirin: "Rêyên diyalogê negirin."      Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Îtîfaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasî, li cihê Cemîyeta Rojnamegerên Guneydogu ya li Parka Sumerê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier û Nusrettin Maçin, Serokê Giştî yê Partiya Kamînîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyürek, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PİA) Ahmet Kaya, Berdevkê Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) Abdulhey Okumuş, Nûnerê KDP-T û KDP Bakur amade bûn. Bi kurdî û tirkî daxuyaniya hevpar xwendin. Cîgirê Serokê Gieştî yê PÎA Ahmet Kaya daxuyanî bi Kurdî xwend.    Kaya wiha got: "25'ê Îlona 2020'an bi xemgîniyeke zêde em bûn şahidê operasyonên ji dûrê pîvanên hiquqî û demokrasiyê li hember 82 kesayetên siyasî ku piraniya wan siyasetmedarên HDPê ne.  Siyaset û feraseta fermî ya Tirkiyeyê her çend diçe li ser demokrasiyê, maf û azadiya mirovan û ji girêdayibûna hiquqê dûr dikeve. Li Tirkiyê hişmendiya siyaseta takekesî, zilm û zordariya ku li ser opozîsyonê, bi taybetî jî li ser Kurdan tê kirin roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asta herî bilind. Ev helwest rojên yekpartiyetiya Tirkiyê tîne bîra me. Teqrîben sed sal derbas bû lê li Tirkiyê hê jî ev helwest didome. Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kûrtir bike. Ji ber ku xwedî vê hişmendiyê, hebûn û mayîna xwe li ser dijayetiyan, dijminatiya aliyan û derxistina aloziyan da dibînin. Lê, êdî raya giştî ya kesên/aliyên demokrat li Tirkiyê û piraniya Kurdan hişyar bûne, dizanin rastî çi ye, dîtine û fersenda yekem de dê li gorî wê tevbigerin."    'KURD DÊ BIGÊJIN MAFÊ XWE YÊ REWA'    Kaya da zanîn ku guman têde nîne ku Kurdên her çar aliyên Kurdistanê wê bigehêjin mafên xwe yên rewa û wiha bi dawî kir: " Dîrok şahid e û cihan pê dizane ku gelê Kurd di dîroka xwe de tu carî dijminatiya netewên/gelên din nekiriye û dê neke jî. Her weke mirov dikare bêje; di pêvajoyên wisa girîng de hest û ramanên neteweyî yên gelê Kurd divê ji her rojan pirtir derbikeve pêş. Nuha em di demeke wisa re derbas dibin.    Em weke hêz û partiyên Kurd tenê daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û piştgir in bo kes û aliyên ku mafên wan hatine binpêkirin.  Em hêvî dikin ku hikumet, dadgeh û dozgerên Tirkiyê ji van helwestên  xwe yên şaş şûnde gav bavêjin. Em bang li wan hemû rayedarên Tirkiyê dikin: Ji demokrasiyê dûr nekevin û rêya diyalogê nexitimînin, rê li ber vegera danûstandinan vekirî bihêlin û bêhtir berê xwe bidin rêya çareseriyeke aştiyane û sivîl. Bi tund û tûjiyê, bi terorê doz û dawayên civakî, siyasî û etnîkî çareser nabin. Bûyer û serpêhatiyên sed salan vê yekê nîşan dide.  Em ji hemû aliyan dixwazin li rêya çareseriya aştiyane û sivîl ve vegerin û pîvanên hiquqa navnetewî bişopînin. "