Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê 2020-09-27 13:58:27   ENQERE – Tifaqa Sosalîst a Avûstralya û Tevgera Guhertinê ya Yewnanistanê, operasyonên li dijî HDP’ê şermezar kirin û banga “helwest nîşandayînê” li welatên Ewropayê kirin.   Tifaqa Sosalîst a Avûstralya û Tevgera Guhertinê ya Yewnanistanê, ji bo operasyona ku bi hinceta bûyerên Kobanê li dijî HDP’ê hat lidarxistin daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkera kirin.    Tifaqa Sosalîst a Avûstralyayê, diyar kir ku êrişên “antîdemokratîk” ên li dijî HDP’ê şermezar dikin û ev tişt got: “Operasyona li dijî HDP’ê bi armanca siyasî pêk hatiye. Ev nîşaneya kampanya tepisandin û şikandinê ya ku demeke dirêj e li dijî HDP’ê didomeye. Em bang li Hikûmeta Avûstralyayê dikin ku ji ber vê zordariyê bi awayekî hêz Hikûmeta Tirkiyeyê şermezar bike.”   BANGA LI YE’YÊ   Tevgera Guhertinê ya Yewnanistanê jî diyar kir ku Tevgera Guhertinê bi awayekî bênîqaş otoriter û kêfîbûna rejîma tirk şermezar dike û dengê sosyalîst û demokratên ewropayî digihîne hev û ev tişt anî ziman: “Divê Yekitiya Ewropayê (YE) li dijî pêkanînê derveyî qanûn ên Serokkomar Erdogan bêdeng nemîne. Bi danekirinan dikare pêşî li bêrêziya hiûqa navneteweyî ya Hikûmeta Tirk bê girtin.”