Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir 2020-09-27 13:09:55   QERS - Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku polîsan bi fermana dozgerê Enqereyê ew di operasyona siyasî de binçav kirin û birin Enqereyê, bi rêya parêzeran peyam şand û got: “Me li Qersê rêya dizan girt û rêya ku destûr nede dizî û neheqiyê vekir."    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku polîsan di 25'ê îlonê de bi fermana Dozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi ser mala wî ya li Qersê de girtin û li malê binçav kirin, peyam şand. Ayhan Bîlgen ku piştî ji bo lêpirsînê ew birin Enqereyê, di bin çavan de bi rêya parêzeran peyam şand û got: “Me li Qersê rêya dizan girt û rêya ku destûr nede dizî û neheqiyê vekir. Ji niha û şûnde kî bajar bi rêve bibe bila bibe yên li Qersê dijîn dê destûr nedin dizî û nelirêtiyê."