Piştî parastina rewa gilî kir 2020-09-27 12:40:41   MÊRDÎN – Meltem A. li dijî ajokarê ku gotinên zayendparêz jê re got parastina rewa pêk anî û giliya wî kiriye.   Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, Meltem A. di 25’ê îlonê li otobusa ku siwar bûbû, dema ku xwestibû pêya bibe, ji ber ku li rawestgehê nehatibû pêyakirin, bertek nîşanî ajokar da. Li ser vê yekê ajokar gotinên zayendparêz ji Meltem A. re gotibû. Meletem A. jî ji ber gotinên zayendparêz ên ajokar li dijî ajokar parastina rewa pêk anî û bi poliên ku gazî wan kiribû re çû qereqolê giliya ajokar kir. Ajokar ji bo gotin girtinê hat vexwendin û derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.