Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin 2020-09-27 10:55:47   ENQERE - Li gorî daneyên ÎHD'ê li girtîgehên Tirkiyeyê di 9 mehên dawî de 20 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Aktîvîstên mafên mirovan bertek nîşanî rayedaran dan û gotin: "Rayedar bi qasî diwaran ker û kor in. Malbatan jî bang kirin û gotin: “Dawî li vê helwesta dijmirovahiyê bînin."    Li Tirkiyeyê ji Zanîngehan bêtir girtîgeh hene. 209 zanîngeh  hene. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya sala 2020'an li Tirkiyeyê 355 girtîgeh hene. Li van girtîgehan 282 hezar û 703 girtî hene. Li gorî raporê heta 1'ê îlonê 456 hezar û 157 kes bi awayekî venêrtî hatin bertan. Girtiyên edlî hatin berdan. Lê girtiyên siyasî û nexweş hêj tev girtî ne. Li gel pêvajoya Şewba vîrûsa corona (Covid-19) jî dîsa girtiyên nexweş û temen mezin nehatin berdan. Her çend Saziya Tipa Edlî der barê gelek girtiyên nexweş re rapora "Nikare li girtîgehê bimîne" da jî dîsa girtiyên nexweş nehatin berdan. Li gorî dane û raporên ÎHD'ê li Tirkiyeyê, 604 girtiyên nexweş rewşa tenduristiya wan pir xerab e. Bi giştî Hezar û 605 girtiyên nexweş girtî ne û nayên berdan. Ji ber girtiyên nexweş nayên berdan di 9 mehên dawî de 20 girtiyên nexweş ji yana xwe ji dest dan. Îsal bi giştî 38 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa sala par bi giştî 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. 4 kesên îsal jiyana xwe ji dest dan, li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku bi mirina girtiyan ketiye rojevê, jiyana xwe ji dest dan. Di hefteyek dawî de kalê 75 salî Takiyettin Ozkahraman ê ku mamosteyê teqawît e û kalê 76 salî Ali Boçnak ku ji ber mewlûda bi kurdî dabû hatibû girtin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa kalê 82 salî Mehmet Emîn Ozkan ku zêdeyî 20 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye hê jnayê berdan.    Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, Endama Lijneya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Selma Gungor û Elîf Bozdemîr ku 2 xizmên wê girtî ne têkildarî rewşa girtîgehan û girtiyên nexweş axivîn.    ÎHD: JI BER VÎRÛSÊ REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊTIR XERAB BÛ   Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen anî ziman ku li girtîgehan gelek girtiyên nexweş ku rewşa wan giran hene û wiha got: "Bi taybetî di pêvajoya şewba vîrûsa corona de tenduristiya girtiyan bêtir xera bû. Çûn û hatina girtiyên nexweş pir bi pirsgirêk e. Ji ber 14 rojên qarantina yên mecbûrî gelek girtiyên nexweş naxwazin biçin nexweşxaneyê. Ji ber tedawiya girtiyên nexweş tê asteng kirin êdî encamên pir xerab derdikevin holê. Bi taybetî di pêvajoya şewbê de serlêdanên ji bo komeleyê zêde bûne. Li Girtîgeha Tîpa T a Sincanê vîrûs pir zêde belav bûye. Tevê hemû bangan bersîvê nadin daxwazan girtiyên nexweş. Bi zagona înfazê, rêgeza wekheviyê binpê kirin. Di nava girtiyên nexweş de cudakarî kirin û girtiyên polîtîk bi mirinê re rû bi rû hiştin. Divê girtiyên nexweş bê şert û merc serbest bên berdan. Lê rayedar li dijî van daxwaz û bangan wekî dîwar ker û lal in. Divê her kes deng bidin dengê girtiyên nexweş."    TTB: DIVÊ BERÊ MAFÊ JIYANÊ BÊ PARASTIN   Endama Lijneya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Selma Gungor jî xwest berî her tiştî girtiyên nexweşên kronik û temen mezin serbest bên berdan û wiha got: "Girtiyekî nexweş biçe nexweşxaneyê pir bi rîsk e. Şertên girtîgehê dibe sedem ku ev pêvajo dirêj bibe. Ji bo girtiyên nexweş şertên îsolê pir zor in. Ji bo girtiyan divê qada hewastendinê, xwarin û vexwarin pir baş be. Divê ava paqij û germ bê dayîn. Dîsa rapora ATK'ê girîng e. Girtiyên ku ATK'ê rapora wan erê kir divê serbest bên berdan.    'DIKUJIN U BERDIDIN'    Elîf Bozdemîr ku 2 xizmên wê girtî ne têkildarî rewşa girtîgehan û girtiyan axivî û got: "Ji xizmên me li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale Cîhat Ozdemîr û li Girtîgeha Tîpa F a Bolu Erol Zavar girtî ne. Beriya şewbê bi qasî tê xwestin girtiyên nexweş nehatin dermankirin. Niha jî bi tena serê xwe nikarin bijîn. Dema biçin nexweşxaneyê jî nikarin bi tenê bimînin. Malbat der barê jiyana wan de bi fikar in. Dewlet wan terkî mirinê dike. Ji polîtîkaya mirinê gavan paşve navêje. Divê rayedar hinek xwedî wîcdan bin. Dayik, bav û zarokên van girtiyan hene. Girtiyan bi saxî digirin, lê wan dikujin û berdidin. Divê êdî wekî ker, kor û lalan tev negerin. Mirov di nava jan û êşê de dijîn. Divê girtiyên nexweş bên berdan û bigêjin xizmên xwe. Divê dawî li vê dijmirovahiya faşizan bînin."    MA / Eylem Akdag