Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin 2020-09-27 09:58:52   WAN - Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku bi kampanyaya "Em xwe diparezin" a TJA'yê re li dijî siyaseta ku jinan hedef digire xwe bi rêxistin dikin û got: "Jin, divê xwe birêxistin bikin, xwe biparêzin û xwedî bîreke xweparastinê bin."   Kampanyaya "Em xwe diparêzin" a Tevgera Jina Azad (TJA) pêl bi pêl belav dibe. Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku di serdemeke ku qirkirina zayendî, taciz û îstismara zayendî de kamapanyeyeke bi vî rengî pir girîng e.   ‘BÎRA XWEPARASTINÊ'   TAşdemîr got: "Nexasim polîtîkayên qikirina zayendî û li ser bendena jinê li Kurdistanê dikevin rojevê û di warê hiqûqî de li hemberî vana tiştek nayê kirin. Ev jî nîşan dide ku ev pêvajo ji aliyê aqilekî ve tê birêvebirin. Em jin ji bo rêgeza parastinê li hemû qadên jiyanê birêxistin bikin û vê bîrbiriyê baifirînin jû zû de têdikoşin. Çimkî divê jin xwe bi rêxistin bikin, xw ebiparêzin û xwedî bîreke xweparastinê bin."   ‘JINÊN KURD HEDEF TÊN GIRTIN'   Taşdemîr, bilêv kir ku tevgereke jinan heye ku ku derdora herî dînamîk a civakê mobîlîze dike, têkoşîna demokratîk û azadiyêx urt dike û got: "Tevgereke jinê ya li dijî serdestiya mêr heye. A rast me bi çavê xwe dît ku bê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn muxalefeta jinê çawa îqtidara tengijand û bûn pêşengê jiynake nû. Em vê yekêji hêza tevgera jinê dizanin ku bê li Rpjhilata Navîn, li Rojava û di Bihara Erebenade û li Tirkiyeyê li dijî faşîzme AKP'ê çawa daket kuçeyan û dengê xwe bilind kir. Yanî ev aqilê mêrî carinan li Rojava wekî DAIŞ'ê, li Tirkiyeyê jî wekî siyaseta kesên biunîforma derket pêşberî me. Siyasetên serdest ên mêrî, xwe di ser dijrabertiya jinê re birêxistin dikin. Dixwazin jinan paş ve bikişînin, bikin kole, qir bikin û bi vî awayî zemîna civakiyî ya vê qirkirin abiafirînin. Lê jinên berxwedêr hene. Û îro ji jiên berxwedêr jî wêdetir jinên ku li nava mala îtiraz dikin, mudaxile dikin û awayê jiyana heyî ya liw an tê ferzkirin qebûl nakin hene. Ev jin hedef tên girtin. Nexasim jî jinên kurd hefe tên girtin. Êdî ne muhîm e em kî ne an jî em çi dikin. Gava tu jin bî û kurd bî, ji bo vê qirkirinê bes e."   ‘BERPIRSIYAR ÎQTIDAR E'   Taşdemîr, anî ziman ku jiyanek li jinan tê ferzkirin û mêr jî hêzê ji vê yekê distînin û got: "Çimkî gava jinên tên kuştin, ber bi întharê ve tên şandin jî ne lêpirsînek tê destpêkirin ne jî ceza tê birîn. Lewma gava jin li ber şideta li nav malê û zextên malbatê radibe, bi şidetê re rû bi rû dimîne. Tenê ne li Agiriyê li her deverên Tirkiyeyê jin întihar dikin û tên kuştin. Herhefte bi dehan jin ji aliyê bav, bira, hevjîn û dildarên xwe tên kuştin. Yanî ev polîtîka pêvajoyek e. Berpirsiyarê her jineke ber bi întiharê ve tê şandin, berpirsiyarê her girtina saziyeke jinan îqtidar e. Me jî ji bo em cardin di vî warî de sazîbûyînê ava bikin û ji bo cardin navnîşanekê û rêyekê li ber jinan bixin kampanyeyeke bi vî rengî da destpêkirin û bi rê ve dibin."   Her wiha Taşdemîr, destnîşan kir ku armanca wan a sereke li her mal, kuçe û taxan xwe bigihînin jinan û got, ji bo vê jî wê çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Taşdemîr, bilêv kir ku lê belê xebatên wan tên astengkirin û got: "Lê m jî bibiryar in û em ê her tim pergala dagirkeriyê teşhîr bikin. Ev rewş tenê bi kampanyayekê ne sînorkirî ye. Çimkî li dijî me êrîşeke pir stratejîk, bîrodizyî û polîtîk heye. Em bi siyaseteke ku jinan û civaka kurd hedef girtiye re rû bi rû ne. Kampanya jî tenê ji bo hayjêhebûna vê yekê biafirîne û pêşî li ber vê pêvajoyê veke."   MA / Ozlem Yayan