Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne 2020-09-27 09:04:06   ÊLIH - Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, diyar kir ku AKP dixwaze heyfa binketina polîtîkaya xwe ya derveyî ji kurdan û muxalifan bistîne û got, lê belê wê ev polîtîka bi ser nekevin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta çalakiyên Kobaniyê yên di sala 2014'an de hatibûn lidarxistin, li dijî HDP'ê operasyonek dabû destpêkirin. Di çaçroveya operasyonê de gelek siyasetmedar hatibûn girtin. Bertekên li dijî vê operasyonê didomin. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, destnîşan kir ku HDP li Tirkiyeyê kirdeyek e ku siyasetê diyar dike û got, lewma ev operasyon tên kirin.    Tîryakî protestoyên 6-8'ê Cotmehê bibîr xistin û got, ji bo protestokirina êrîşên barbar ên DAIŞ'ê gel daketiye kuçeyan. Tîryakî, bal kişanda ser danezana Desteya Rêvebir a HDP'ê ya wê demê û got: "Desteya me ya rêvebir biryareke çawa girtibû. Bang kiribû ev êrîş bên protestokirin û şermezarkirin. Ji xeynî vê tu tişt negotibû." Tîryakî anî ziman ku lê piştî 6 salan tê xwestin ku fatûreya vê yekê li Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê bê birîn.    POLÎTÎKAYA TIRSÊ    Tîryakî, anî ziman ku AKP di polîtîkaya xwe ya derve de bi ser neketiye û niha jî dixwaze heyfa vê ji kurdan û muxalifan bistîne. Tîryakî got: "Îqtidara AKP'ê çû kîjan seferea navneteweyî bi ser neket. Herî dawî li Rojhilatê Behra Spî, keştiya xwe di bin navê tedîlatê de paş ve kişadin. Li Sûriyeyê, li Lîbyayê jî heman qeder li benda AKP'ê ye."   Tîryakî, destnîşan kir ku operasyonên li hemberî HDP'ê tên kirin ne ji bo guherandina rojevê ne û got: "AKP-MHP dihelin. Baş dizanin ên ku wan têk dibe HDP ye û wê di nêz de cardin HDP wan têk bibe. Lewma dixwazin polîtîkaya tirsê belav bikin."    'WÊ BI SER NEKEVIN'   Tîryakî, destnîşan kir ku wê operasyonên li dijî HDP'ê bi ser nekevin û got: "Herî zêde îqtidar dizane ku wê nikaribin çokên HDP'ê bişikînin. Peyamên hevalên me yên girtî bandoreke mezin li raya giştî dikin. Her kes dibîne ku civak peyama Selahattîn Demîrtaş, Îdrîs Balûken, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdagê çawa pêşwazî dike." Tîryakî, anî ziman ku AKP bi van operasyonan hilbijartina pêşwext bi awaykî fiîlî daye destpêkirin û got: "Lê belê tu tiştekî ku AKP soza wê bide nemaye. Bi ya min muxalefet di warê aştî, hilberîn û jiyana bi hev re hîn jî chê hêviyê ye. Lê belê wê ev polîtîkayên îqtidarê bi ser nekevin."    HDP NE BI TENÊ YE    Tîryakî, bal kişand ser piştgiriya navneteweyî ya piştî operasyonê û got: "Ji partiyên muhafazakar bigire heya yên netweperest hemûyan got, operasyona hatiye kirin ne hiqûqî ye."    Tîryakî destnîşan kir ku wê HDP nesekine û wê têkoşîna xwe bidomîne.