Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin 2020-09-27 09:03:15   WAN - Kooperatîfa Êzingvan û Komirvanan a Wanê ku heya pênc sal berê jî 61 endamên wê hebûn, niha tenê 27 endamên wê mane. Serokê kooperatîfê Hasan Seyhan, anî ziman ku her diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe û der barê pêşerojê de tu hêviyek wan nemaye.    Ji ber fiyetê gaza xwezayî û ceryanê zêde bûne, welatî dixwazin zivistanê komir û êzingan bişewitînin. Lê belê ji ber pandemiyê û zêdebûna kûra dowîzî fiyetê wan jî biha bûye. Li Wanê par tona komirê bi hezar û 300 TL'yî bû, lê belê îsal bi hezar û 700 TL'yî tê firotin û tona êzingan jî bi 700 TL'yî tê firotin.    Ji ber ku welatî nikarin êdî êzing û komir bikirin dikanên li Sîteya Êzingavn û Komirvanan a Wanê jî yeko yeko tên girtin. Heya pênc sal berê jî 61 dikan hebûn, lê belê niha tenê 27 esnaf mane.    Serokê Kooperatîfa Êzingvan û Komirvanan a Wanê Hasan Seyhan, anî ziman ku ji ber ku her diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe êdî hêviya tu kesî nemaye ji pêşerojê.    NE KES TÊ NE JÎ DIÇE    Seyhan, bilêv kir ku rewşa esnafên sîteya komirvanan nebaş e û got, ji ber komira îthal bi dolar e dixisirin. Seyhan, destnîşan kir ku ji ber ku TL tim bêqîmet dibe bandoreke mezin li wan dike û got: "Em komirê bi dolaran dikirin lê bi TL difiroşin. Ji ber ku kar kêm bûye, tu bikî nekî em esnaf jî reqabetê dikin û ji ber vê bêyî em qezenc bikin em difiroşin. Li vê derê çavê esnafan gişa li mişteriyekî ye. Ji lewra roj heye em serfetihê jî nakin. Gava mişterî tê jî ji bo ji dest neçe esnaf pir bi erzanî komirê difiroşe. Em giş deyndar in û em mecbûr in vê yekê bikin."    Seyhan, bilêv kir ku her sal meha Îlonê karê wan dest pê dikir, lê belê heya niha ne kes tê ne jî diçe.    HER KES DEYNDAR E    Seyhan, anî ziman ku di pandemiyê de sê mehan neşixulîne û ji ber vê di piayseyê de êzin tunene. Seyhan, bilêv kir ku ji ber vê jî ji bajarên din bi fiyetekî biha êzingan dikirin û got: "Ji ber vê jî tu bikî nekî fiyet biha dibe. Par tona êzingan bi 500 TL'yî bû, îsal bi 700 TL'yî ye. 3 meh in esnafên me ji bo deynên xwe bidin kredî kişandine. Heqê deynê krediya jî di meha Cotmehê de dest pê dike."    Seyhan, detnîşan kir ku li sîteyê 27 esnaf mane, lê belê hemû jî hindik mane top bavêjin. Seyhan, anî ziman ku her sal rewşa wan xirabtir dibe û êdî tu hêviya wan nemye ji bo pêşerojê.    Seyhan, xwest dewlet destekê bide esnafan.