Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye 2020-09-25 23:32:47       RIHA – Baroya Rihayê ku bertek nîşanî operayonê li dijî HDP'ê da got: "Bi van operasyonan armanc tepisandina muxalefetê ye."    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di lêpirsîna der barê çalakiyên Kobaniyê de ku di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de pêk hatibûn, endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê jî di nav de gelek kes binçav kiribûn. Piştî binçavkirina gelek kes û derdor bertek nîşan dan. Baroya Rihayê jî bertek nîşanî operayonên navbirî kir.    Baroyê li ser hesabê xwe yê medyay civakiyî daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Armanca van operasyonan tepisandina muxalefetê ye."    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi îdiayên heft sal berê ku li dijî rêgeza ewlehiya hiqûqî û diyarbûnê ne, binçavkirina siyasetmedarên bi dengê gel hatine hlbijartin li dijî dewleta hiqûqê û pergala civaka demokratîk e. Di berdewamiya daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: "Bi operasyona ku xwe dispêre sala 2014'an armanc tepisandina muxalefetê ye. Em kesên ku van operasyonan dikin dawetî liv û tevgereke di çaçroveya rêgeza hiqûqê de dikin."