Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû 2020-09-25 21:06:10   ENQERE – Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê der barê binçavkirina siyasetmedarên HDP'î de bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn bûldan û Mîthat Sancar de li hev kom bû.    Piştî Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Endamên Desteya Rêvebir a HDP'ê ya 2014'an de operasyona binçavkirinê da destpêkirin, Desteya Rêvebir a Navnedî ya HDP'ê jî li hev kom bû.   Desteya Rêvebir di bin serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de li hev kom bû. Wê operasyona li dijî siyasetmedarên HDP'ê bê nirxandin. Her wiha wê bertekên raya giştî yên li dijî operasyona li dijî siyasetmedarên HDP'î bê nirxandin û wê bê nîqaşkirin ku wê van bertekan çawa veguherînin têkoşîneke hevpar.