Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858 2020-09-25 20:22:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 73 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 665 kesên din jî bi şewbê ketine. Heya niha 7 hezar û 858 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 73 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 665 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 7 hezar û 858 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî 311 hezar û 455 e.