Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin 2020-09-25 17:22:09   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku dê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Kobaniyê de der barê 7 parlementerên HDP'ê de fezlekeyan amade bike.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der barê lêpirsîna der barê çalakiyên Kobaniyê yên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de daxuyaniyek da. Serdozgeriyê ragiahnd ku heya niha 20 kes hatine binçavkirin û dê der barê 7 parlementerên hîn jî parlementeriyê dikin de fezleke bên amadekirin.