‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’ 2020-09-25 16:34:10   STENBOL – HDK’ê, bertek nîşanî binçavkirinên HDP’ê da û ev tişt got: “Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke”.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), derbarê binçavkirina endamên MYK’a HDP’ê û parlamenterên wê yên berê daxuyaniyek da. HDK’ê destnîşan kir ku Tirkiye serê sibejê ketiye rewşa darbeyekê û desthilat rast e rast bûye berdewama rejîma 12’ê îlonê.  HDK’ê operasyonê weke komployeke li dijî gel pênase kir û derbarê mijarê de ev nirxandin kirin: “Ji aliyekî ve dixwazin bala gel a li ser neserkeftinên xwe bidine alî û ji aliyek ve jî dixwazin bi operasyon, binçavkirinan pêşengtiya HDP’ê ya têkoşîna demokratîk tune û bêdeng bikin. Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke.”