Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan 2020-09-25 15:31:43   ENQERE  - Berdevkê Partiya Pêşerojê Selîm Temûrcî, bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê da û got: “Divê êdî çerxa siyaseta bekayê ya li welat bê guhertin.” Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin jî, got; “Heyfa welatê me.”    Bertekên li dijî operasyona li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Berdevkê Partiyê Selîm Temûrcî, diyar kir ku ew neçarin li dijî hemû awayên terorê têbikoşin û got: “Belê raste teror xeta sor a me hemûyane. Lê hûn nikarin partiyek siyasî ya li hemberî xwe weke terorîst îlan biklin û bixin amûrê darazê. Heya ku ev helwest hebe, em ê nekarin Tirkiyeyê demokratîk ava bikin. 6 sal bi seer bûyerên Kobanê re derbas bûn. Gelo piştî 6 salan çima ev biçavkirin? Ma hev mirov berê nehatibûn darizandin? Em pirs dikin? Hûn dixwazin dijberên xwe xayîn û çete îlan bikin û bi vî awayî li ser siyaseta bekayê qoltixên xwe biparêzin. Divê êdî ev çerx bê guhertin. Pêwîste ku em vê listikê bibînin û bi hev re xirab bikin. Nêrîna me ya siyasî çi dibe bila bibe, divê em li dijî zilmê û neheqiyê rawestin û ezmûna vê yekê bidin.”    PARTIYA SAADETÊ: HEYFA VÎ WELATIYE   Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin jî, li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşan da û wiha got: “Bi înat baweriya bi edaletê, tê hejandin. Gelo piştî 6 salan çi guherî. Ji xwe darizandin çêbibû û hatibûn berdan. Divê desthilatdarî, dest ji van kiryarên xwe ber de. Ger ev mirov sûcdarin; wê demê dadger û dozgerên vî welatî berî 6 salan li ku derê bûn? Kes tu wateyê nade van binçavkirinan. Heyfa mirovên me û welatê me ye.”