TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin 2020-09-25 15:00:38   AMED - TJA’yê bertek nîşanî operasyona di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat lidarxistin da û got: “Em ê li dijî feraseta zilam a AKP’ê ya êrîşkar, faşîst, mîlîtarîst û zayendperest, ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavekê jî paşve ne avêjin.”     Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê operasyon û binçavkirina li dijî siyasetmdarên HDP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin: “Tifaqa zilam a AKP û MHP’ê ya li welat, her roja ku diçe polîtîkayên xwe yên dijminane dewam dike.”    ‘EM Ê PAŞVE GAV NE AVÊJIN’   TJA’yê di daxuyaniya da de wiha got: “Di operasyona navenda wê Enqerê de, jin jî hatin binçavkirin. Ev êrîş û polîtîkayên faşîst ên li dijî tevgera jinên azad û Meclîsa Jinan a HDP’ê ne nû ne. Her ku tifaqa zilam a AKP û MHP’ê tengav dibe, êrîşî jinan dike û hewl dide têkoşîn û vîna jinan teslîm bigire. Bila baş bê zanîn bi girtin û binçavkirinên jinan, wê nekarin têkoşîna me bêdeng bikin. Heya niha tu desthilatdariyê nekariya berxwedana me tune  bike û me teslîm bigire.”    Di dawiya daxuyaniyê de, ev peyam hat dayîn: “Yên ku difikirin, wê bi operasyonên xwe yên qirkirinê me têk bibin, bila baş zanibin ku di nava xeyal û derewek pir mezin de ne. Em ê weke TJA’yê li dijî feraseta zilam a AKP’ê ya êrîşkar, faşîst, mîlîtarîst û zayendperest, ji têkoşîna xwe ya azadiyê gavekê jî paşve ne avêjin. Emê di hemû qadên jiyanê de, têkoşîna xwe bilindtir bikin. Emê rêxistinbûyîna xwe bihêztir bikin. Emê xwe biparêzin û em xwe diparêzin.”