Av li Bajaroka Elîgorê rabû 2020-09-18 12:38:38   RIHA - Li Bajaroka Elîgor a Pirsûsa Rihayê av rabû. Ji ber avê gelek kargerî di nava avê de man.    Li Bajaroka Elîgor a Navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji ber nezla avê bilind bû, gelek kargerî û dikanên esnafan di nava avê de man. Li taxa Cumhuriyetê ya Bajaroka Elîgor gelek mal, dikan û kargerî di nava avê de man û welatî bêçare man. Ji ber Karê Avê yê Dewletê (DSİ) qanalên avê çênekirin, ava avdaniya zeviyan tev bû gol û nezla ava axê zêde kir. Beriya Hilbijartina 29'ê Adara 2014'an Serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan bi Projeya Avdaniyê ya Deşta Pirsûsê pesnê xwe  dabû. Beyî binesaziya projeyê temam bikin xistin meriyetê û niha mal dibin avê de dimînin.