Çalakvanên Kolana Yukselê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin 2020-09-18 12:21:29   ENQERE – Li Girtîgeha Sîncanê 6 girtiyên wek “Çalakvanên Kolana Yukselê” tên zanîn ên beriya niha bi demekê hatibûn girtin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Acûn Karadag, Alev Şahîn, Nazan Bozkûrt, Mehmet Dersûlû, Armagan Ozbaş û Mahmût Konûk ên bi KHK’ê ji karên xwe hatin îxrackirin û çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” li Kolana Yuksela Enqereyê li dar dixistin, di 22’ê tebaxê de hatibûn girtin. 6 girtîyên ku wek “Çalakvanên Kolana Yukselê” tên zanîn li Girtîgeha Sîncanê dihatin ragirtin. Hat zanîn ku ew sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.    Hat diyarkirn ku Mahmût Konûk ê 63 salî û nexweşê şeker sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê kirin. Acûn Karadag û Alev Şahîn jî sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê kirin. Nazim Bozkûrt jî sewqî Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat kirin. Mehmet Dersûlû jî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hat kirin. Armagan Ozbaş jî sewqî Girtîgeha Keskîn a Kirikkaleyê hat kirin.