Li dijî ‘operasyona îdraksaziyê’ daîreyek nû hat avakirin 2020-09-18 12:06:11   ENQERE – Di bin banê Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê de Serokatiya Daîreya Ragihandina Stratejîk û Rêveberiya Krîzê hat avakirin.    Di bin banê Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê de Serokatiya Daîreya Ragihandina Stratejîk û Rêveberiya Krîzê hat avakirin. Biryar di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryara rojnameyê hatiye eşkerekirin wê ev daîre “xebatên li dijî tevgerên psîkolojîk li ser Tirkiyê tên birêvebirin, propaganda û operasyona îdraksaziyê diyar bike û li dijî her cûre manîpulasyon û dezenformasyonê” birêve biçe.  bibe.