Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Dengê wan bibihîsin 2020-09-18 11:27:26 WAN - Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wan 5 rojin di greva birçîbûnê deye Zubeyde Tîmûr, xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û dengê wan bên bihîstin.    Li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê, girtiyên siyasî ji 14’ê Îlonê ve bi awayekê durveger di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Her komeke girtiyan ji 6-7 kesan pêktê û 10 rojan di greva birçîbûnê de dimînin. Girtî dixwazin ku pêkanînên di dema Rewşa Awarte (OHAL) dest pê kirin û hîna jî dewam dikin, bi dawî bibin.   DAXWAZÊN GIRTIYAN    Daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, wiha ne: “Divê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî bi dawî bibin. Têlên li ser diwarên hewşa qawişan bên rakirin. Lêgerînên keyfî yên di hevîdîtinên girtî û vekirî bi dawî bibin. Radyoyên di dema OHAL’ê de hatibûn komkirin, paşve bên dayîn. Saetek din, dema hewadarkirina girtiyên cezayê muebata giran li wan hatiye birîn, bê zêdekirin û astengiyên li pêşiya guhertina odeyan bên rakirin.”   BANGA DAYIKÊ   Yek ji girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de Botan Tîmûr e. Tîmûr di sala 2016’an de li Wanê di serdegirtina malê de tê binçavkirin û dûre tê girtin. Tîmûr berê jî, li dijî polîtîkayên tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 103 rojan di greva birçîbûnê de ma bû.      Dayika Tîmûr Zebeyde Tîmûr, hevdîtina telefonê ya herî dawî bi kurê xwe re kiribû vegot. Dayik Tîmûr, da zanîn ku kurê wê jêre gotiye, di girtîgehê de zextên li ser girtiyan pir zêde bûne û wiha axivî: “Li girtîgehê mûameleyên dij mirovahî hene. Zarokên me dixwazin ev polîtîkayên binpêkirinên mafan bi dawî bibin. Ji ber vê ketine greva birçîbûnê. Tu sûcê kurê min mîna girtiyên din tuneye. Ev 5 salin tê darizandin. Di dosyeya wî delîlek tenê jî nîne. Ev zilme. Em vê zilmê qebûl nakin. Em natirsin û em ê tu carî bêmafiyê qebûl nekin. Ez bang li hemû dayikan û raya giştî dikim ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan û ji bo wan dengê xwe bilind bikin.”