Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan banga HDP'ê 2020-09-18 09:40:26 STENBOL – Gelek kesên navdar û parazvanên mafên mirovan piştgirî dan Deklerasyona HDP'ê ya Banga Aştiyê û xwestin ji bo Tirkiye nefesê bistîne her kes li vê bangê xwedî derkevin.    Di pêvajoya ku tecrîda li Îmraliyê giran dibe, zextên li ser girtiyên siyasî û siyasetmedarên Kurd zêde dibe, qeyrana aborî kûr dibe de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi deklerasyonekekê Banga Aştiyê kir. HDP'ê ku di 1'ê Hezîranê de Belgeya Helwesta Demokratîk aşkere kir û meşiya Enqereyê û piştre meşên demokrasiyê li dar xist, di 1'ê Îlonê de zincîrê mirovahiyê ava kiribûn û di 1'ê Îlonê de ‘Deklerasyona Banga Aştiyê" aşkere kir.    'DIVÊ BI HEVRE XWE BI RÊXISTIN BIKIN'   Gelek parazvanên mafên mirovan, aborînas û siyasetmedaran piştgirî dan banga HDP'ê û xwest her kes li vê bangê xwedî derkevin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî anî ziman ku herî zêde di dema OHAL,  rewşa awarte û darbeyan de mafên mirovan tên binpêkirin û got: "Di pêvajoyên çareseriyê de jî ji ber zimanê aştiyê pêş dikeve, binpêkirina mafên mirovan kêm dibe. Piştî pêvajoya çareseriyê hat xelaskirin her tişt ser û bin kirin. Di rapora Tîrmeha 2019’an a binpêkirina mafan de her tişt pir zelal û aşkere nîşan dide ku binpêkirina mafan pir zêde bûye. Mafê azadiya raman û îfadeyê ku di pêvajoya aştî û çareseriyê de rewa û asayî bû, ev maf di pêvajoya OHAL û piştî darbeyê de wekî xebatên terorê hatin pênasekirin. "Pêvajoya azadiya raman û îfadeyê berovajî bû. Rêxistinên fermî wekî 'Rêxistinên terorê' hatin pênasekirin. Bi mehan kolan hatin qedexekirin. Mirov li kolanan hatin qetilkirin û îşkence li wan hat kirin. Dewletê pêvajoya heviya aştiyê ku bi Kurdan dest pê kir ser û bin kir."    Yolerî anî ziman ku banga HDP’ê pir bi qîmet e û xwest her kes li vê bangê xwedî derkevin. Pirsgirêka Kurd, tundiya li ser jinan, tecrîd, îşkence, betalî û bê etaledî bi tena serê xwe çareser nabe. Divê hemû rêxistinên civakî bi tevahî li hemû meseleyan binerin û bi hevre çareser bikin. Divê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre têbikoşin û zorê li îqtîdarê bikin.    MUFTUOGLU: POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ ABORÎ FELÇ KIR   Aborînas Ozgur Muftuoglu jî anî ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê polîtîkayên ewlehiyê aboriya Tirkiye felç kir û wiha got: "Piştî pêvajoya çareseriyê zêde pere li parastin û ewlehiyê xerç kirin. Bi vê yekê re betalî zêde bû. Êdî sermayeya biyanî destê xwe ji Tirkiyeyê kişand. Enflasyon rabû. Aborî felç bû. Vê yekê bandor li ser hemû welatiyan kir. Tespîtên ku HDP’ê di 'Bernameya Têkoşîna Demokratîk' de kiriye yek bi yek rast e. Aştî ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Aştî pirsgirêka hemû kesan e. Divê ji xeynî HDP'ê partiyên din ên muxalif jî politikayên aştiyê pêş bixin. Divê daxwaza aştiyê bibe daxwaza civakî. "    KENTEL: TRAVMAYA BÊ DAWΠ   Prof. Dr. Ferhat Kentel jî anî ziman ku li Tirkiyeyê şer êdî bûye halê travmaya bê dawî û wiha got: "Polîtîkayên ewlehiyê bandorê li ser civakê dike. Ne tenê kesên çek di destê wan de şer dikin bandor dibin. Kesên çek di destê wan de tune jî bi bandor dibin. Ji bo mirovan bi hêsanî bi rêve bibin, tirsê ava dikin. Şolî dikin û tev li hev dikin. Pîroziyên nû ava dikin. Ji demokrasiyê dûr dikevin. Li ser hemaset û olê sekuler bêtir dikarin xwe xwedî bikin. Hêzên totaliter bi hêsanî dikarin li ser civakên ku ketine bandora olê sekuller û qeyrana aborî xwe bi rêve bibin." Kentel, anî ziman ku banga HDP'ê bi wate û girîng e û xwest HDP bêtir nîşan bide ku aştî ji şer pîroztir e."    EKMEZ: MAFÊ JIYANÊ PÎROZ E    Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Murat Ekmez jî anî ziman ku wekî rêxistinên pîşeyî li dijî şer in u wiha got: "Me berê jî gotibû şer pirsgirêka tenduristiya civakê ye. Mixabin îxtîdar dem bi dem ji bo îxtîdara xwe bidomîne polîtîkayên şer pêş dixe. Divê di mijara aştiyê de mirov betir wêrek be. Jiyana mirovan bêtir pîroz e. Divê mirov bêtir aştiyê bîne ziman û belav bike. Divê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bo aştiyê bêtir berpirsiyariyê bidin ser xwe û bi hevre xwe bi rêxistin bikin."    AKSU: DAXWAZA AŞTIYÊ DIVÊ NE TENÊ DAXWAZA KURDAN BE   Aktîvîstê Ekolojiyê Cemil Aksu jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên şer û ewlehiyê xweza talan û wêran dibe. Aksû xwest hemû tevgerên ekolojiyê aştiyê bixwazin û wiha got: "Şer dengê guleyê ye. Aştî dengê çûk e. Daxwaza aştiyê divê ne tenê daxwaza Kurdan be. Divê daxwaza hemû rêxistinên civakî û partiyên siyasî be. Divê hemû kesên demokrasî, edalet, aştî û mafê kedê dixwaze li aştiyê xwedî derkevin û ji bo aştiyê bi hevre têbikoşin. Divê ekolojist û hemû rêxistinên demokrasiyê jî ji bo civak bêhnê bistînin divê guh bidin vê bangê."    MA / Naci Kaya