Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekirdagê bi dawî bû 2020-08-15 19:08:18   TEKIRDAG - 6 girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê hatibûn kirin, ji ber ku wan xistibûn hucreyên bi navê "qefes"ê, dest bi greva birîbûnê kiribûn. Lê belê piştî ku îdareya girtîgehê daxwazên girtiyan qebûl kir, girtiyan çalakiya xwe bi dawî kir.    6 girtiyên ku ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê sewqî Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê hatibûn kirin, îdareya girtîgehê ew xistibûn hucreyên ser hewadariya wan bi têlan hatiye girtin û navê "qafes" li wan hatiye girtin. Ji ber vê her 6 girtî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Lê belê piştî daxwazên girtiyan hatin qebûlkirin, girtiyan greva birçîbûnê bi dawî kirin.    Îdareya girtîgehê hevdîtin bi girtiyan re çêkir û daxwazên wan qebûl kir. Piştî vê her 6 girtî jî çalakiya xwe bi dawî kirin û ji hucreyan hatin derxistin û wan birin qawîşên asayî.