Helîkopterên eskeriyê li Dersimê daristan bombebaran kirin 2020-08-15 18:47:02       DERSIM – Li texma Alîboxaziyê ya navçeya Xozatê helîkopterên kobrayî qada daristanî bombeberan kirin. Piştî bombeberanê agir bi daristanê ket. Şewata li daristanê hîn jî didome.    Li texma Amûtka ya navçeya Xozatê ya Dersim, helîkopterên eskerî qada daristanî bombeberan kirin. Li qada ku li nêzî devera Alîboxaziyê ye, duxan ji daristanê diçe. Hat ragihandin ku heya niha mudaxileyê şewatê nehatiye kirin.