Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbasî avahiya xwe ya nû bû 2020-08-15 18:05:57   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, avahiya xwe ya nû vekir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, avahiya xwe ya nû vekir. Rêxistina bajêr der basî Taxa 13'ê Adarê ya navçeya navendî Artûklûyê bû. Parlementerên bajêr Pero Dundar û Ebrû Gunay jî di nav de gelek partiyî beşdarî merasîma vekirina avahiya nû bûn. Piştî merasîma vekirinê Hevserokê Bajêr Salîh Kûday axivî. Kûday, anî ziman ku 15'ê Tebaxê ji bo kurdan dîrokeke girîng e û got, hêvîdar e avahiya wan a nû bibe cihê xêr û bêrê.    Paşê berzkirina dirûşmeyan û govendgerandinê bername bi dawî bû.