KCD û DBP’ê destpêkê serdana Dersimê kirin: Ji bo demokrasiyê yekitî 2020-08-15 17:18:43   DERSIM – Hevserokên KCD û DBP’ê ku bi armanca piştgiriya “Bernameya Tekoşîna Demokrasiyê” ji xwe re bernameyekê derxistin, serdana xwe ya destpêkê ji bo Dersimê kirin. Hevserokên ku li bajar hin serdanan kirin, bal kişandin ser “ji bo demokrasiyê yekitî” û “tora têkoşîna hevpar”.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku bi armanca piştgiriya bernameya HDP’ê ya “Bernameya Tekoşîna Demokrasiyê” ji bo 13 rojan li 8 bajaran bernama derxistin, serdana xwe ya ewil li Dersimê kirin. Hevserokên wan Bedran Ozturk û Salîha Aydenîz jî di nav de heyetên KCD û DBP’ê, bi şîara “Em ê bi hev re bi rêxistin bibin û bi hev re bi hêz bibin” serdana rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, sendîka û odeyên pîşeyî yên bajaran kirin.    SERDANÊN HEYETÊ   Heyeta ku ji bilî hevserokan partlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Semra Guzel, rêveberiya HDP’ê ya bajar jî di nav de destpêkê serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dersimê kir. Piştre bi dorê heyete serdana Kooperatîfa Kefalet û Qrediyê ya Esnafan a Dersimê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) kirin.    DRBASΠAVZÊMAN BÛN   Di hevdîtinên girtî pêk hatin de li ser “ji bo demokrasiyê yekitî” û “tora têkoşîna hevpar” hat sekinandin. Piştî serdanan heyet derbasî Avzêmên Mûnzûrê yên li navçeya Pulurê ku di bin navê “Xebatên Peyzajê” de tê xwestin ji bo rantê bê talankirin, bû. Tê payîn ku heyet li vir daxuyanî bide.