Pastarên Îranê gule li kolberan reşandin 2020-08-15 16:29:58   WAN – Pasdarên Îranê, li ser sînorê navçeya Elbakê gule li kolberan reşand û kolberek kuştin û 2 kolber jî birîndar kirin.    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, pasdarên Îranê, li ser sînorê navçeya Elbakê ya Wanê gule li kolberan ku barkêşiyê dikin reşandin. Hat angaştkirin ku di encama gulereşandinê de kolberê bi navê Siraceddîn Ahmadî jiyana xwe ji dest daye û 2 kolber jî birîndar bûne.