Rayedar girtiyên nexweş derman nakin 2020-08-15 15:18:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û parazvanên mafên mirovan têkildarî rewşa girtiyên nexweş li Enqere, Stenbol û Îzmirê daxuyanî dan û diyar kirin ku rayedarên girtîgehan, girtiyên nexweş derman nakin.    Li Enqere, Îzmir û Stenbolê Komîsyonên Girtîgehan, têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan çapemeniyê. Li Enqereyê Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa Girtiya Nexweş Gulşan Adet. Li Stenbolê Komîsyona Girtîgehan ji bo çalakiya "Rûniştina F" daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtî Hiyem Yolcu. Li Îzmirê jî Şaxa ÎHD'ê bal kişand ser rewşa Mahmut Demirel.    GULŞAN ADET 27 SALIN GIRTÎ YEİ   Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, di hefteya 310'an de çalakiya xwe berdewam kir. Înisiyatifê bal kişandin ser rewşa Girtiya Nexweş Gulşan Adet. Li ser navê Înîsiyatifê Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen daxuyanî da û wiha got: "Gulşan Adet li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye. 27 salin Adet girtî ye. ji ber şewba vîrûsê nikare bi rêk û pêk derman bibe. Nexweşa Kronik anklikozan spondolitê ye. Divê bi rêk û pêk bê dermankirin. Lê ji ber dema diçe nexweşxaneyê 14 rojan di hucreyê de dimîne nikare biçe nexweşxaneyê. Divê demek berî demekê odeyên wan bên guhertin û girtiyên nexweş bi lez bên berdan."    HÎYEM YOLCU 16 SALIN GIRTÎ YE     Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 438’an de berdewam kir. Ji ber şewba virûsê çalakî li ser medya înternetê berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Hîyem Yolcu a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Endamên Komîsyona Şaxa ÎHD'ê Meral Nergiz Şahin û Mehmet Acettin daxuyanî dan. Şahîn û Acettin anîn ziman ku rayedar şewba vîrûsê li dijî nexweşiyên din dike maske û ser binpêkirinan vedişêre û wiha gotin: "Cezayê muebetê dane Hiyem Yolcu. Yolcu 16 salin girtî ye. Di sala 2019’an de ket greva birçîbûnê. Piştî çalakiya greva birçîbûnê tenduristiya wê xera bû û rakirin nexweşxaneyê. Niha girtî Yolcu terkî mirinê kirine. Dermanê wan nadin wan. Her ku diçe rewşa  Yolcu bêtir giran dibe. Em ji rewşa Yolcu bi fikar in. Girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Divê dermanên girtiyan bidin wan û girtiyên nexweş serbest berdin."       MAHMUT DEMÎREL 27 SALIN GIRTÎ YE   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Sumerbank a berê ya Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur û gelek kesên din jî tev li çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek anî ziman ku şewba vîrûsê herî zêde bandorê li ser girtiyên nexweş û temen mezin dike û wiha got: "Divê girtiyên nexweş û girtiyên temen mezin bi lez serbesr bên berdan. Li Girtîgeha Tîpa T a Akhisarê ya Manîsayê girtiyê nexweş Mahmut Demîrel heye. Demîrel 27 sal girtî ye. Niha nexweşiyên mahde, rovî, dil û gelek nexweşiyên din pêre hene. Demek dirêj e girtî ye û nexweş e. Divê bi lez serbest bê berdan."