Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn 2020-08-14 16:16:00   AMED - Navenda Lêkolînên Qada SosyoPolîtîk, li Wanê li ser 100 kesên ku 60'ê wan penaber in lêkolîn kirin. Li gorî lêkolînê ji sedî 78.3'ê penaberan dixwazin li Tirkiyeyê bijîn. Penaberên ji şer reviyan ji 100'î 15 penaber li kolanê dijîn. Fikara wan a herî zêde bi tundiyê re rû bi rû bimînin û dîl bên girtin in. Ji sedî 20'ê penaberan zanîngel xelas kirine û koç kirine.      Navenda Lêkolinên Qada SosyoPolitik di navbera 6-9'ê Tebaxê de li sînorê bajarê Wanê li ser 100 kesên di nava wan de 60 kes penaber û 40 kes jî şêniyên bajar lêkolîn kirin. Lêkolîneran ji 100 kesan rû bi rû li ser jiyana penaberan pirs pirsîn. Lêkolîneran, sedema bijartina rêboriya Bajarê Wanê ya Ewropa pirsîn. Ji sedî 18,3 kesan diyar kirin ku li Wanê bi cih bûne û ji sedî 78.3’an jî diyar kirin ku dixwazin li vir bijîn. Li gorî lêkolînê ji sedî 70'ê penaberan mêr in. Ji sedî 30’ê penaberan jin in. Ji sedî 80’ê penaberan ciwan in. Ji sedî 45’ê penaberan 18-24 salî û ji sedî 35’ê penaberan 25-34 salî ne. Ji sedî 58,3 penaberan azib, ji sedî 35’ê penaberan zewicî ne. Ji sedî 35 penaberan xwendin û nivîsandina wan tune ye. Ji sedî 20’ê penaberan zanîngeh xelas kirine û welatê xwe terk kirine.      Ji sedî 35’ê wan bê pîşe ne, ji sedî 25'ê wan karker, ji sedî 18,3 jina nalê, ji sedî 5 esnafên biçûk, ji sedî 3,3 xwendekar, ji sedî 3,3 ajokar, ji sedî 1,7 endezyar, ji sedî 1,7 esker, ji sedî 1,7 cotkar, ji sedî 1,7 hesinkar, ji sedî 1,7 banker, ji sedî 1,7 xurdekar in. Ji sedî 41,7 betal in. ji sedî 26,7 karker, ji sedî 18,3 jinên malê, ji sedî 11,7 esnafên biçûk in. 96'ê diyar kirin ku betal in û kar bi dest naxin.    JI SEDÎ 15 LI KOLANÊ DIJÎN   Penaber ji sedî 50 tu hatina wan tune ne. Ji sedî 76,7 di daîreyan de dijîn. Ji sedî 15 li kolanê dijîn. Ji sedî 90’ê penaberan diyar kirin ku ji ber şer koç kirine. Ji sedî 91,7’ê penaberan anîn ziman ku beriya koç bikin tu pirsgirêkê wan bi kesan re tune bûn. Ji sedî 90’ê penaberan bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bûne. Ji sedî 66,3’ê penaberan dema hatin Tirkiye bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Ji sedî 73,7’ê gotin bi tundiya polîsan re rû bi rû mane. Ji sedî 13,2’ê diyar kirin ku dizan malên wan xezp kirine. Ji sedî 10,5’ê penaberan diyar kirin ku qaçaxvanna ew derb kirine. Ji sedî 60’ê penaberan li gel malbatên xwe hatine Wanê. Penaber ji 3-4 mehên dawî heta 5 sal berê hatine Wanê.    Penaberên hatine Wanê ji sedî 36,8’ ji ber xizanî û tunebûnê nikarin bi cih û war bibin û nikarin zikê xwe têr bikin. Ji sedî 41,7’î diyar kirin ku rayedarên dewletê xerab nêzî wan dibin. Ji sedî 26,7'ê penaberan xwe li Tirkiye bi ewle hîs nakin. Ji sedî 21,7'ê penaberan naxwazin li Tirktiyeyê bijîn. Ji sedî 78 dixwazin li Tirkiye bijîn. Ji sedî 75ê penaberan dîsa naxwazin vegerin welatê xwe. Penaberên piştî koç kirin ji sedî 48.3'ê anîn ziman ku nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bistînin. Ji sedî 51,7’ê penaberan nizanin çi li pêş wan e. Ji sedî 18,3 jî ji pêşerojê bê hevî ne.b    Beşdarên anketê ji sedî 87 diyar dikin ku penaberan Wan guhertine û ji sedî 34,3 anîn ziman ku penaberan demografiya bajar guhertine. Ji sedî 60’ê beşdarî anketê bûn diyar kirin ku piranî penaberan li kolanan dibînin û wan li kolanan nas dikin. Ji sedî 57,5’ê tev li anketê bûn anîn ziman ku koçberî jiyana wan bi bandor nake, ji sedî 35’an jî anîn ziman ku bandorek neyînî li ser jiyana wan dike.    Ji sedî 52.5'ê tev li anketê bûn anîn ziman ku naxwazin ew û penaber li heman avahiyê û apartmanê bijîn. Penaberên hatin li Wanê, ji sedî 42 penaber naxwazin dersînor bibin.