Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê 2020-08-14 16:11:33   DÎLOK -  Li Kuçeya Batikentê li mala Mehmet Kaplan Duygu D. ji qatê 4'emîn ket xwarê û jiyana xwe dest da. Di mirina jina ciwan de gumana cînayetê heye.    Li Taxa Batikentê ya Dîlokê, jina ciwan a duh bi şev ji pencereya qata 4'emîn a avahiya 5 qatî ket xwarê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên derdorê, li ser ketina jina ciwan agahî dan ekîbên tenduristiyê û polîsan. Ekîbên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku jiyana ciwan Dûygû Delen a 17 salî jiyana xwe ji dest daye. Derket holê ku Delen ji daîreya aîdê kurê kardêrekê Mehmet Kaplan ên hevalê hev bûne ketiye xwarê. Cenazeyê Delen piştî lêpirsîna hat kirin, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Bajêr. PolÎsan Mehmet Kaplan derbarê bûyerê de binçav kirin û birin ewlekariyê. Di mirina jina ciwan Delen de gumana cînayetê heye û dozger di vê çarçoveyê de dest bi lêpirînê kir.