2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne 2020-08-14 15:18:50   AMED - 2 xwişk û birayên hev ên malbata Haddûr a ji Sûriyeyê ku li Navçeya Farqînê şivantiyê dike, 3 rojin winda ne.   2 zarokên malbata Haddûr a Sûriyeyî ya li Taxa Mergewaş a navçeya Farqîn a Amedê şivantiyê dike, Vahîde ya 12 salî û Hatem ê 10 salî ev 3 rojin winda bûne û agahî ji wan nayê girtin.    Bavê 2 zarokan Necdet Haddûr ê li taxê şivantiyê dike, diyar kir ku ev 3 rojin ji her du zarokên xwe bi tu awayî agahî nagire û got: “Her du zarokên min ji bo ku biçin malê û xwarinê ji min re bînin, ji gel min çûn û carek din me agahî ji wan girt.”    Bav Haddûr, da zanîn ku piştî zarokên wî winda bûne çûye Miduriyeta Polîsan a Farqînê û ji bo zarokên xwe serlêdana windabûnê kiriye. Haddûr ê roj bi roj fikarên wî mezin dibin, xwest ku zarokên wî bi sax û silametî bên dîtin.