Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin 2020-08-14 15:15:20   MUŞ - Walîtiya Mûşê destûr neda ku Meclîsa Ciwanên HDP'ê li Navçeya Milazgirtê di şahiyekê de kom bibin. Ciwanên HDP'ê dê roja Yekşemê li avahiya HDP'ê ya Milazgîrtê kom bibin.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê, xwest bi dirûşmeya “Ji bo avakirina pêşeroja azad bi hevre têkeve nava tevgerê" di 16'ê Tebaxê de kampanyayeke li dar bixin û di vê kampanyayê de hemû endam û rêveberên xwe li Parka Kaleyê kom bikin. Lê walîtiya Mûşê bi hinceta 15 rojan qedexeya çalakiyan heye, destûr nedan ku ciwan şahiya xwe pêk bînin. Qeymeqamiya Milazgîrtê bersîv da Rêxistina HDP'ê ya Milazgîrtê û got: "Ji ber biryara Walîtiyê ya qedexeya 15 rojan a çalakî û şahiyan, dê destûr neyê dayîn hûn kom bibin."    Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Husamettin Tanrikulu, anî ziman ku ev qedexe ne tenê li dijî wan e û wiha got: "Em ê roja yekşemê li avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bibin û şahiya xwe pêk bînin."