Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin 2020-08-14 14:33:58   STENBOL - Rêveberê Rêxistinê HDP’ê ya Ensenyûrtê Kemal Kaplan hat binçavkirin.   Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Esenyûrtê Kemal Kaplan, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan saet 02.00’yê şevê, bi ser mala Kaplan de girtin, endamên malbatê bi erdê re dirêj kirin, gef li wan xwarin û amûrên malê belav kirin.    Polîsan bi hinceta “derbarê Kaplan de gilî heye” binçav kirin û birin Qereqola Kiraç a navçeyê.