Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan 2020-08-14 13:56:06 ENQERE – Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, têkildarî kêşeya Kurd bang li hêzên muxalif kir û wiha got: “Rêya çareseriya kêşeya Kurd rêbaza diyalogê ye. Muxatabê kêyeya Kurd diyar e. Hêzên qala çareseriyê dikin divê vê rastiyê qebûl bikin."  Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî Civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, bal kişand ser geşedan û rageşiya li Rojhilatê Derya Spî û wiha got: "Ev nîşan dide ku qeyran hem li derve û hem li hundir neye. Li aliyekî li hundir qeyrana rêveberiyê, qeyrana aborî heye. Li aliyê din îqtîdara Tirkiye, li her alî Tirkiye dixe nava şer. Îqtîdarê Tirkiye li Libya, Suriye, Iraqê xist nava celba şer. Tirkiye dixin nava lîstikek pir talûke. Geşedanên ku niha li Rojhilatê Derya Spî pêş dikevin, nîşan dide ku koalîsyona AKP-MHP'ê îqtîdara şer, rant û talanê ye. Îqtîdara AKP'ê û sermayedarên AKP’ê li ser vê ranta şer xwe xwedî dikin. Li Sûriye, Rojava Iraq û Başûrê Kurdistanê bi salan e li ser dijminantiya Krud şer dikin."    Gunay, da zanin ku di demên dawî de li herêma Ege û Akdenizê rageşiyek heye û wiha axivî: “Banga AKP'ê ya diyalog û diplomasiyê, an nîşana niyetek xerab e, an jî bandora şovenizmê ye. AKP û rêxistinên DAÎŞ, El Nusra, Tevgera Îhvanê bi hevre tev digerin. Bi Komên bi pere û militaristre tev digerin. Ev rêxistin bi temamî hevkarên AKPê yên koalisyona herêmê ne. Dostên îqtîdara AKP-MHP'ê hêzên tarî ne. Piştre bêyî şerm wekî hêzên mîllî pênase dikin.    GELÊ ME RASTIYA AKP'Ê DIBÎNE   Gunay, destnîşan kir ku wekî HDP'ê dê her tim li dijî talankirin, wêrankirin, rant û şer, têbikoşina aştî, demokrasî û edaletê pêş bixin û wiha lê zêde kir: “Her kes rastiya îqtîdara AKP-MHP'ê zane. Her kes dizane ku AKP-MHP'ê Tirkiye xistiye çi halî. Êdî siyaseta şer jî wan rizgar nake. Derdê me ewe ku em şer, kuştin, mirin, êş, xizanî û betaliyê bi dawî bikin. Xwe wekî çakûş, hemû kesî jî wekî bizmar dizanin. Hêviya gel ji vê koalîsyonê tune ye."    BANG LI HÊZÊN DIJÎ ŞER KIRIN   Gunay, bang li hêzên li dijî şer jî kir û wiha berdewam kir: "Em bang li kesên ku şer naxwazin, xizanî, xwînê û betaliyê naxwazin dikin. Em bang li hemû mirovên li ser vê axê dijîn dikin. Werin em hemû bi hevre li dijî polîtîkayên şer dawestin. Ji bo aştî, demokrasi û azadiyê çi hewce be em bikin. Em bi hevre jiyanek azad û wekhev ava bikin. Ne şer, aştî. Ne bê edaletî, edalet. Ne bêdengî derketina kolanan. Ne koletî azadî. Em bi hevre jiyanek hevpar ava bikin em dikarin bi ser bikevin."     ÊRÎŞA SÎHA ŞERMEZAR KIR   Gunay, êrîşa SÎHA ya TSK'ê ku li dijî Iraqê pêk anî jî şermezar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû welatên ereb ev êrîş şermezar kir. Tirkiye hişyar kirin. Em bi mehan in diyar dikin ku ev operasyon ne çareserî ne. Em nişan didin ku operasyon ne çareserî ne. Li hundir û derve şerek heye. Ev şerê li derve û hundir aboriya Tirkiye xistiye halek pir xerab. Bi milyonan mirovên me birçî û betal in. Lê Wezîrê Xezînê û Maliyê radibe dibêje ‘Ma meaşê we bi dolaran tê dayîn? Ma deynê we yê dolar hene? Çi karê we û dolaran bi hev heye?' û gel tawanbar dike. Qerfê xwe bi milyonan mirovên birçî dike. Misqala wîcdan bi wan re tune ye. AKP hem welat xist bin deynê dolaran hem jî qerfê xwe bi gel dike.    40 SALIN KURDAN BI KURDAN DIDE KUŞTIN   Gunay, bal kişand ser kêyeşa Kurd û wiha lê zêde kir: "Yek ji sedema ku welat li ser sinar e neçareseriya kêşeya Kurd e. 40 salin Kurdan bi Kurdan dide şerkirin û kuştin. Êdî dawiya vê polîtîkayê tune ye. Di rojên dawî de kêşeya Kurd dîsa tê rojevê. Êdî pêdivî bi çareseriyê heye. Tenê rêyek heye. Ew jî diyalog û muzakere ye. Dîplomasî ye. Ew jî bi muxatabê wê çareser dibe. Muxatab diyar e. Yên îdea dikin ku pirsgirêka Kurd çareser bikin divê bi muxataban re rûnên. Em banga xwe ya her tim dubare dikin. Em amade ne ku ji bo çareseriyê hemû berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Ji bo ziman, nasname, çand û azadiya Kurdan çi difikirin. Amade ne ku dest ji înkar, îmha û şer berdin. Rêya çareseriyê diyalog û dîplomasî ye. Divê vê rastiyê qebûl bikin.    ÇEND PÊŞNIYAR    "* Divê ji bo çareseriyê meclîs rola xwe bilîze. Divê li ser esasê maf û azadiyan perspektifa çareseriyê pêş bixe.    * Heta niha ji bo çareseriyê gelek gav hatin avêtin. Divê şaşiyên ku rê li pêş van girtinan girtine bibînin û dubare nekin. Divê heyeta çavdêriyê ku ji hemû beşên civakê pêk tên ava bikin.    * Divê hemû hêzên li pêş çareseriyê dibin asteng dînin aliyekî û wan teşîr bikin.    * Divê hemû hêzên li ser esasê demokrasiyê tev digerin bibin yek. Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek û vîna xwe dînin holê.    * Divê dawî li polîtîkayên darbe yên bi qeyûmê vînê xesp dikin bînin.    Em wekî HDP'ê ji bo çareseriyê amade neku bibin xwedî înisiyatif û rolê bidin ser xwe.      LI 7 NAVENDAN ZINCÎRA MIROVAN   Gunay, herî dawî bernameya Têkoşîna Demokratik jî parve kir û wiha bi dawî kir: “Em wekî HDP'ê dê têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê ya li dijî îqtîdara AKP'ê berdewam bikin. Li gorî vê yekê Têkoşîna me ya Demokrasiyê ji 3 pêngavan pêk tê. Em di 19'ê Tebaxê de li dijî xespa Qeyûm bi şîara ‘Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê pêş bixin' dê li Mêrdîn û Stenbolê dest bi çalakiyan dikin. Fînala rêzeçalakiyên me jî dê di 1'ê Îlonê roja Aştiya Cîhanê de li 7 navendan bidome. Em dê li 7 navendan zincîra mirovan a herî mezin ava bikin. Li Stenbol, Amed, Riha, Edene, Wan, Îzmir, Enqere û Antalyayê dê Zincîra Aştiyê ava bikin. Em parazvanên “Li dijî şer aştî" dê kom bibin. Polîtîkaşên şer êdî canê me tevan diêşîne. Werin em hemû bi hevre li dijî vê polîtîkaya îqtîdarê ya şer rawestin"