Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin 2020-08-14 13:36:33   ŞIRNEX - Rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sîlopiyê Delîl Urek di serdegirtina malê de hat binçavkirin.     Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê Delîl Urek di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Urek a li Taxa Cûmhûriyetê de girtin û lêgerîn kirin. Polîsan dûre Urek binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê. Nehat zanîn ku Urek bi kîjan hincetê hat binçavkirin.