Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan 2020-08-12 22:16:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê rêxistinên jinan, der barê Peymana Stenbolê de belavok belav kirin. Jinên ku li Mêrsîn û Antalyayê jî hatin gel hev daxuyanî dan û xwestin peyman pêk bê.    Îqtidar dixwaze Peymana Stenbolê fesix bike. Ji ber vê jin jî çalakiyên jinan ên li dijî helwesta îqtidar didomin.    STENBOL    Rêxistinên jinan ên li Stenbolê, belavokên ku tê de behsa Peymana Stenbolê tê kirin belav kirin. Gelek jinên ku li Qada Kalkedonê ya Kadikoyê hatin cem hev du, belavok belav kirin. Her wiha dema belav belav dikirin jî ji welatiyan re behsa Peymana Stenbolê kirin.    MÊRSÎN    Jinên endamên Platforma Jina ya Mêrsînê jî, ji bo Peymana Stenbolê li Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslanê daxuyaniye dan. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Derya Narli metna daxuyaniyê xwend. Narli got: "Em dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em mafê xwe û jiyana xwe diparêzin." Her wiha Narli detsnîşan kir ku demildest divê nîqaşkirina der barê fesixkirina peymanê bi dawî bibin û Peymana Stenbolê pêk bê.    ANTALYA   Jinên endamên Platforma Jina ya Antalyayê jî li Qada Attalosê kom bûn û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de çîroka 16 jinan hat xwendin. Jinan xwest Peymana Stenbolê pêk bê.