Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin 2020-08-12 20:16:05   ENQERE – Li Enqereyê polîsan bi awayekî tund mudaxileyî çalakiya "Xeleka Jiyanê" ya jinan kir. Nûçegihana ajansa me Eylem Akdag jî di nav de 24 jin hatin binçavkirin.    Jinên endamên Platforma Jina ya Enqereyê, ji bo Peymana Stenbolê neyê fesixkirin xwestin li derketina Kolej Metroyê "Xeleka Jiyanê" çêbikin. Beriya çalakiyê polîsan qad bi barîkatan girtin û ewilî nehiştin jin biçin qadê. Piştî hevdîtina bi polîsan re derdora jinan hat dorpêçkirin. Di navbera polîsên ku nehiştin jin "Xeleka Jiyanê" çêbikin û bimeşin û jinan de rageşiyek rû da.    Li ser vê jinan bertek nîşan dan û boyaxa mor avêtin polîsan. Piştî vê polîsan bi awayekî tund mudaxileyî jinan kir.    Bi dehan polîsên jin jinekê serdevkî dirêjkirin û ji paş de destên wê kelemçe kirin.    Di dema mudaxileyê de parêzer Sevînç Hocaogullari û Arzû Kûrt jî di nav de 24 jin hatin binçavkirin.    Her wiha nûçegihana me Eylem Akdag jî ku çalakiya jinan dişopand, hat binçavkirin.    Navê hin kesên hatine binçavkirin ev in: "Parêzer Sevînç Hocaogûllari, Nebiye Mertturk, Bûse Uçer, Aysûn Gençtanir, Zeynep Tan, Aylîn Kalp, Kardelen Demîr, Emel Vural, Yagmûr Alaz Gulveren, Gulçîn Polat, Sena Bademlî, Arzû Kurt (parêzer), Sûde Sîvrî, Gulbahar Gunduz, Beste Ûymaz, Tûgba Koçer, Serap Kaplan, Meziyet Yildiz, Denîz Akil, Sîbel Goktaş, Zelalsû Degîrmencî, Fatma Kiliçarslan, rojanmevan Eylem Akdag û Meryem a ku paşnava wê nehat hînbûn."