Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket 2020-08-12 17:04:17   ŞIRNEX - Li gundên Awgamasya yê girêdayî Navenda Şirnexê û Gundê Bana yê girêdayî Navçeya Basa ya Şirnexê agir bi daristanê ket.    Li Gundên Awgamasya yê girêdayî  Navenda Şirnexê û Gundê Bana yê girêdayî Navçeya Basa ya Şirnexê di saetên nava rojê de agir bi daristanê ket. Piştî agir bi daristanê ket, şewat li nava daristanê belav bû. Heta niha kesî mudaxileyî şewatê nekirine û agirê bi daristanê ketiye li qada daristanê belav dibe û dar dişewitin. Berêj jî li Çiyayê Gabar, Cûdî û Besta piştî esker derketibûn operasyonê agir bi daristanê ketibû.