Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin 2020-08-12 16:06:15   WAN – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, dema nûkirina peyarêyê darên li peyarêyê bi kemçeyan rakir.   Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, di nûkirina Kolana Hala Sebze de qirkirina daran pêk anî. Dema xebatên nûkirinê de personelên şaredariyê darên li peyarêya kolanê bi kemçeyan ji cihê wan rakirin. Ev kelî ji hêla welatiyan ve hatin qeydkirin û welatî bi van gotinan bertek nîşanî rakirina daran didin: “Ha ji we re xebata peyarêyê, ha ji we re xebata rê.”