Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê 2020-08-12 15:40:37   NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Bankaya Dinyayê jî derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî de Tirkiyeyê hişyar kir.    Bankaya Dinyayê, Rapora Şopandina Aboriya Tirkiyeyê ya ku nirxandin û hêviyên derbarê geşedanên rojane yên aboriyê têde cigirin weşand. Bankaya pêşdîtinek kir ku wê aboriya Tirkiyeyê sala 2010’an bi biçûkbûna ji sedî 3.9’an temam bike. Bankayê, derbarê daketinên rezervên Bankaya Navendî (TCMB) de Tirkiyeyê hişyar kir û da zanîn ku ev zextên li ser fînansmana derve û piyaseyê zêde dike.